Podcast Kurdî

Podcast Kurdî

"Guhdarên ezîz, ev der Podcast Kurdî ye!"
00:00
00:00

Bölümün özeti

Ji ber qeyrana aborî ya li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, êdî kes nikare ji xwe re xaniyek jî bikire. Xanîfroşên li Amedê, dibêjin ku ev 6 meh in xaniyek jî nefirotine. Li Êlihê jî rewş pir cuda nîne. Kirê jî pir zêde bûne, lewma xelk nizane êdî çi bike.

Bölümler

506-

LI AMEDÊ EV 6 MEH IN XANÎ NAYÊN FIROTAN

Ji ber qeyrana aborî ya li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê, êdî kes nikare ji xwe re xaniyek jî bikire. Xanîfroşên li Amedê, dibêjin ku ev 6 meh in xaniyek jî nefirotine. Li Êlihê jî rewş pir cuda nîne. Kirê jî pir zêde bûne, lewma xelk nizane êdî çi bike.

28 Tem 2024
505-

LI QILEBANÊ MUZEXANEYEK KU DÎROKA ÇANDA KURDAN VEDIBÊJE

Li welatê me yekem car e muzexaneyek ku tenê ji amûr û cilûbergên kurdî pêk tê, hatiye vekirin. Seydayê Goyî ku di sala 2019’an de dest bi avakirina wê kir, heta niha ji hezarî zêdetir amûrên dîrokî kom kiriye. Seyda dibêje ku ev muzexane li Qilabanê ye, lewma hinekî dûr e û dixwaze ku dilxwazên çanda kurdî piştgiriyê bidin wî

25 Tem 2024
504-

Li Wanê bikaranîna madên hişber gihiştiye asteka metirsîdar

Civaknas Osman Turgut: Divê wê tobloya tirsonek da malbat bi hişyarî tevbigerin û zarokên xwe biparêzin.Her çende sazî kar û xebatan bikin jî ev ji bo têkoşînê têr nake

22 Tem 2024
503-

Li Swisre Komela Kultûrê Kurdî li Cînêvê hat avakirin

Li Swisre Komela Kultûrê kurdî li Cînêvê hatiye avakirin û her sal gellek xwendekarên kurd perwerde jê digrin. Eziz Kalo; Li Genêvrê devlet alîkariyê dide ku kurd bi zimane xwe perwerde bigrin. Lê malbat zarokên xwe dişînîn perwerdeya bi zimanê tirkî,erebî û farisî @AzizKalo

15 Tem 2024
502-

Zêdebûna xerca deriyên sînora, welatiyan xistine nav tengasiyê

Welatiyên herêma Serhedê: Em debara jiyana xwe bi rêya deriyên sînoran bi rêvedibin. Di vê qeyrana aborî de, eger xerca deriyên sînoran were zêdekirin, em nikarin jiyana xwe rêvebibin û pariyek nan bibin mala xwe.

11 Tem 2024