COSMO Kurdî

COSMO Kurdî

COSMO Kurdî, deng û rengê Kurdên Almanya’yê ye. Nûçe û nirxandinên ser mijarên ji Almanya û ji her çar perçeyên Kurdistan’ê, bi beşdariya pispor û mêvanên din di bernameya me de ne.

Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.
00:00
00:00

Bölümün özeti

Daîreya Federal a Koçberî û Penaberan a Almanyayê (BAMF), dest bi betalkirina statuya parastinê û mafê penaberiyê yê hejmareke mezin a welatiyên Sûriyeyê kir. Dr. Kamal Sido, berpirsê beşa Rojhilata Navîn a Komeleya Gelên Di Bin Metirsiyê de, rewşa niha ya Sûriyeyê, mafên hindikahiyan û pêvajoya demokratîk a li welêt dinirxîne.

Bölümler

515-

Betalkirina penaberiya xelkê Sûrî

Daîreya Federal a Koçberî û Penaberan a Almanyayê (BAMF), dest bi betalkirina statuya parastinê û mafê penaberiyê yê hejmareke mezin a welatiyên Sûriyeyê kir. Dr. Kamal Sido, berpirsê beşa Rojhilata Navîn a Komeleya Gelên Di Bin Metirsiyê de, rewşa niha ya Sûriyeyê, mafên hindikahiyan û pêvajoya demokratîk a li welêt dinirxîne.

23 Eki 2026
514-

Li Hisîça'yê çi diqewime?

Ji destpêka meha Cotmehê ve li nav bajarê Hesekê aloziyek heye, ku hin komên Ereban li dij desthilatdariya herêmî radibin û daxwaz dikin, ku hikûmeta Şamê li herêmê serwer be. Xwepêşandan bi lez veguherîn bûyerên şîddetê û êrîşên li dij Kurdan. Rayedar banga aramiyê dikin û xwepêşandan wekî provokasyon bi nav dikin lê belê li cem Kurdan tirs û fikar hene. Rojnameger Roj Mûsa bûyerên vê dawiyê yên li Hesekê û paşxaneya wan şîrove dike.

16 Eki 2026
513-

Em ji dîroka xwe çi hîn bûne?

COSMO KURDI

09 Eki 2026
512-

Îran û Rêkeftina Navokî

Serok Biden hewlê dide, ku rêkeftina navokî ya digel Tehran'ê, ku Trump di 2018'an jê vekişiya bû careke din vejîne. Lê belê him Komarparêz him Îsraîl ji vê yekê nerazî ne. Bi saya rêkeftina atomî (navokî) ya di dema serokê DYE Obama de, him Îran bernameya xwe ya navokî sînordar kir him jî mueyyideyên ser Îran’ê bi qismî bin jî hatin rakirin. Lê belê di sala 2018’an de serokê wê demê yê DYE Trump ji vê rêkeftinê vekişiya û pêkirinên girantir danîn ser Komara Îslamî.

02 Eyl 2022
511-

Vekişîna Amerîkayê ji Iraqê

Vekişîna hêzên Amerîkî û Koalîsyona Navnetewî ya ji Iraq û Herêma Kurdistanê, ku tê plankirin heta 30ê Îlona 2026an bê temamkirin, guherîneke mezin a jeopolîtîk û leşkerî ye. Têkildarî vê mijarê, em jî li ser potansiyela guherînê û hêviyan di vê geşedana dîrokî de, bi Doç. Dr. Kardo Rashid ji Silêmaniyê, û rojnamevan Newroz Sinjar ji Hewlêrê re nîqaş dikin. Hin agahiyên zêdetir li ser vê mijarê dê di beşa din a vê podkastê de bin.

25 Eyl 2026